
![]() |
Winamp Pro.5.56 |
![]() |
Aimp 3.00.985 |
![]() |
Defraggler |
![]() |
Advanced archive password recovery |
![]() |
Mozilla Firefox |
![]() |
Allok 3GP PSP MP4 iPod Video Converter |
![]() |
Ccleaner 3.17 |
![]() |
Gom Player 2.1.28.5039 |
![]() |
Internet Download Manager |
![]() |
Klavyeya Kurdî / Kurdish Keyboard |
![]() |
Portable Norton Disk Doctor |
![]() |
Revo Uninstaller Pro 2.5.7 |
![]() |
Smart Defrag Pro 2010 |
![]() |
Winrar 3.93 |
![]() |
Wise Disk Cleaner 5.93 |
![]() |
Wise Registry Cleaner 5.9.2 |
![]() |
xnView |
![]() |
Advanced System Care Pro |
![]() |
WinMend Folder Hidden |
![]() |
Orbit Downloader |

(5,00 out of 2)
(5,00 out of 2)
(2,00 out of 2)
(2,00 out of 2)
(2,00 out of 2)
(2,00 out of 2)
(2,00 out of 2)
(2,00 out of 2)
(2,00 out of 2)
(2,00 out of 2)
Nivîskar: baran
Dîrok: 19 Mayıs 2012 / 0:33
Lîsans:Bêpere
Ziman:Kurdî
Boût:1.09 mb
Werger: Occo Mahabad
Bernameya Eusing Free Registry Defrag 2.0 jî wek fermî bû Kurdî…
Ev bername qeydên pergala we dike yek û ji bo kompîtura we başkirineke zû çêdike.
Bi vî awayî kirarî û performansa kompîturê zêde dibe.
Divê hûn heftê carekê qeydên xwe bi yek bikin .
Ev bername ji bo leza pergala xebatê pir pêwîst e.
Bernameyê daxin û zimanê wê bikin Kurdish.
Lînkên Fermî:
Lînka Alternatîf: Di nava lînka alternatîf de ferhengok û talîmatên sazkirina bernameyê hene…
Nivîskar: baran
Dîrok: 15 Mayıs 2012 / 21:40
GOOGLE ÇI YE?
GOOGLE ÇI YE?
Navê Googlê ji aliyê Milton Sorotta ve hatiye dayîn.Sorotta xwerziyê Edward Kasnere.
Edward matematîkzanekî pir jêhatî û navdar e.Wateya navê Googlê ji peyveke matematîkî
hatiye çêkirin.Peyva rastîn Googol e.Di matematîkê de piştî yekê bi hatina 100 sifirê reqamek
çêdibe, ji bo vê reqamê Googol dibêjin.Milton navê Googolê vediguherîne dike Google.
Şîrket bi armanca organîzekirina zanist û agahiyan tê avakirin.Li cîhanê motora lêgerînê ya
herî mezin û yekemîn Google e.
Google di sala 1998’ê de ji aliyê Larry Page û Sergey Brin ve tê avakirin.Sermayeya şirketê
25 milyon dolar e.Ofîsa wan a navendî li Kalîforniyayê ye.Di cîhanê de 5000 karker û
xebatkarên wan hene.Hevparên sermayeya şirketê Kleiner Perkins Caufield & Byers û
Sequoia Capital in.
Şîrket ji bo fîrmayên webê yên cur bi cur xizmetên lêgerînê dide.
Motorên din teknolojiya Meta-Lêgerînê bi kar tînin.Ev teknolojî li ser peyvên kilîd û
sereke hatine sererastkirin û çêkirin. Lê teknolojiya Google li ser PageRank e.Ev teknolojî tor
û malperê analîz dike,guherbarên wan tesbît dike,saziya rûpelê vedikole,girêdanan şîrove
dike,taybetiya rûpelê diyar dike.Li gor van taybetî û hêmanan rêza malperan diyar û eşkere
dike.Ji ber vê motora herî ewle Google e.
Bi saya teknolojiya PageRank sextekariya rêzkirina lêgerînan ji holê radibe.Kes nikare bi
pereyan malpera xwe têxe rêza yekemîn.Lê di motoron din de hûn dikarin bi pereyan rêza
malperê biguherînin û têxin serê lîsteya lêgerînê.
Google pereyê ji reklaman qazanc dike.Lewma Google ji bo astengkirina sextekariya
rêzkirinan teknolojiya PageRankê çêkiriye û pêş xistiye.
RÊVEBERIYA GOOGLÊ
-Dr. Eric E. Schmidt:Rêveber û Gerînendeyê giştî.
-Larry Page:Damezrînerê duyemîn-Serek-Beşa hilberînan.
-Sergey Brin:Damezrînerê duyemîn-Serek-Beşa teknolojiyê
-Omid Kordestani:Cîgirê serek-Pêşxistina bazirganiyê-Beşa firotinan
-Wayne Rosing:Cîgirê serekê beşa endazyariyê
-Cindy McCaffrey:Cîgirê serek-Beşa têkiliyê
-Joan Braddi:Cîgirê serek-Beşa serwîsên lêgerînan
-Tim Armstrong: Cîgirê serek-Beşa reklaman
-Urs Hölzle:Endamê Googlê
- Craig Silverstein:Rêveberê beşa teknolojiyê
XIZMETÊN GOOGLÊ
1-Google Adense: Pergala weşandina reklaman e.
2-Gmail: http://gmail.google.com
Xizmeta e-postayê yê.Ji bo her bikarhêner(ê) 2 gb qad dide.Hesabê Gmail bêpere ye.
3-Ajandaya Googlê: http://www.google.com/calendar/render
Ev xizmet agahiyên taybet yên bikarhêneran kom dike.Mesela rojbûna wê/wî hebe jê re
peyameke pîrozkirinê dişîne.
4-Desteka Ofîsê: http://docs.google.com
Ofîseke înternetî ye.Hemû xizmetên wê bêpere ne.
5-Desteka nexşe û zimanan: http://www.google.com/language_tools
Ev xizmeteke pirzimanî ye.Bi saya vê xizmetê hûn dikarin zimanekî wergerînin zimanekî din.
6-Bi wêneyên peykê desteka nexşeyê :Li jêr lînk û wateyên wan hatine diyarkirin.Hûn
dikarin ji wan lînkan bigihîjin van xizmetan.
http://maps.google.com (Dîmenên peyk û nexşeyan)
http://moon.google.com (Dîmenên ku ji heyv û esmanê hatine kişandin)
http://mars.google.com (Dîmenên ku ji Marsê hatine kişandin)
7-Xizmetên sepanan:
http://talk.google.com (ji bo Gmaîlê bernameya peyam,deng û dîmenan)
http://earth.google.com Google Earth :Xizmeta esmanî û peykî ye.Hûn dikarin bi vê
bernameyê bajarekî an jî taxekê bibînin.Ev xizmet bi peykê tê dayîn.
http://pack.google.com/ (Pakêta hemû bernameyên Googlê ye.)
8-Xizmetên GSM/GPRS:Ev xizmet li ser înternetê ji bo GSP/GPRS’ê tê dayîn.
9-Xizmeta Qeydkirina Malperan:Heke malperekê we hebe divê hûn bi teqez xwe qeyd
bikin vê xizmetê.Heger malpera we neyê qeydkirin mixabin di lêgerîna Googlê de nayê dîtin
û kes jî nikare bigihîje malper û xizmeta we.
http://www.google.com/intl/tr/add_url.html :Hûn dikarin ji vê lînkê malpera xwe qeyd bikin
Googlê.
10-Xizmeta Google Code:Ev xizmeta barkirin û daxistina dosyayan e.Çiqas dosyayên we
hene hûn dikarin bi vê xizmetê ji bo daxistin an jî veşartinê bar bikin û bi kar bînin.Pir
malperên barkirinê hene weke Rapidshare an jî Hotfile lê hûn jî zanin ew malperan bi tenê ji
bo demekê kurt dosyayên barkirî vedişêrin .Lê hûn dikarin bi Googlê bêyî sînor heta 100
mb’ê dosyayên xwe bar bikin û bi lezeke bilind dosyayan daxin.Dosyayên we tucarî nayên
jêbirin û rakirin.
http://code.google.com/intl/tr-TR/ :Hûn dikarin ji vê lînkê bigihîjin vê xizmetê.
XIZMETÊN DIN:Lînk û wateyên wan.
- http://google.com/ig :Ji bo têketina înternetê rûpela destpêkê ya şexsî
- http://www.google.com/reader :Xwînera Google Reader/RSS/ATOM’ê
- http://images.google.com :Ji bo wêne,xêz,grafîk û fotoyan motora lêgerînê
- http://video.google.com :Motora lêgerîna vîdeoyan
- http://groups.google.com :Xizmeta koma e-postayan (Google Groups)
- http://blogsearch.google.com :Xizmeta lêgerîna blogan
- http://www.google.com/patents :Xizmeta şemayên hilberînên bipatent
- http://trends.google.com :Motora peyvên ku li ser Googlê herî zehf tên nivîsandin
- http://books.google.com :Motora lêgerîna pirtûkên çapkirî
- http://scholar.google.com :Ji bo agahiyên gotar û pirtûkan motora lêgerînê
- http://catalogs.google.com :Ji bo xwendin û dîtina katalogên weşanxaneyan motora lêgerînê
- http://news.google.com : Nûçeyên Îngilîzî
- http://reader.google.com :Xizmetên xwînerên RSS û ATOM’ê
- http://labs.google.com/sets :Xizmeta legerîna peyvên komî
- http://labs.google.com/ : Der barê projeyên Googlê de agahiyan dide
- http://www.froogle.com :Ji bo kirîn û danûstandinan motora lêgerînê
-http://www.google.com/alerts:Ev pergala şopandina nûçeyan e.Ji bo we nûçeyên heyî dibîne.
Google îro li cîhanê ji aliyê bikaranînê ve motora yekemîn e.Ji xeynî vê ji bo rêzkirina
malperan motora herî ewle ye.Ji ber ku rêzkirina malperan li Googlê bi destan nayê çêkirin, bi
temamî otomatîk tê tesbîtkirin.Bikaranîna motora lêgerîna Googlê pir hêsan e.Herkes dikare
bi rehetî bi kar bîne û fêm bike.Ji bo dîtina encamekê ji we re bi hezaran alternatîf dide. Kar û
barê we sivik û hêsantir dike.
HÛN DIKARIN NIVÎSÊ BI FORMATA PDF LI JÊR DAXIN…
e-peyam: occomahabad@hotmail.com
http://occomahabad.wordpress.com/
http://occomahabad.blogspot.com
Nivîskar: baran
Dîrok: 8 Mayıs 2012 / 2:57
Eusing Free Internet Window Washer 3.0 daxe-NÛ

Lîsans:Bêpere
Ziman:Kurdî
Boût:1.25 mb
Cure:Paqijîker
Werger: Occo Mahabad
Hevalên hêja êdî Eusing Free Internet Window Washer 3.0 jî bû
Kurdî û fermî….
Hûn ê bi saya vê bernameyê hemû qirêjiyên înternetê paqij bikin,
sererast bikin û veherînin.
Divê hûn heftê carekê çalakiyên internetê paqij bikin.
Li ser lînka DAXE bitikînin û bernameyê daxin.Paşê ji cihê
language zimanê bernameyê bikin Kurdish.
Ev bernameyeke bêpere ye serial pêwîst nake..
Lînkên Fermî:
Lînka Alternatîf:Di nava lînka alternatîf de ferhengok û talîmatên sazkirinê hene….
Nivîskar: baran
Dîrok: 8 Mayıs 2012 / 2:32
eusing cd to mp3 converter 4.3 daxe-NÛ

eusing cd to mp3 converter 4.3 daxe-NÛ
Lîsans:Bêpere
Ziman:Kurdî
Boût:1.81 mb
Werger: Occo Mahabad
Eusing Free Cd to MP3 Converter 4.2 jî êdî Kurdî û fermî ye.
Ev bername cd’yên track dadigerîne dike MP3…….
Ji bo vê bernameyê koda lîsansê pêwîst nake.
Hûn dikarin bêpere bi kar bînin.
Bernameyê daxin û zimanê wê bikin Kurdish.
Lînkên Fermî:
Lînka Alternatîf: Di nava lînka alternatîf de ferhengok û talîmatên sazkirinê hene….
Nivîskar: baran
Dîrok: 8 Mayıs 2012 / 2:14
Eusing free registry cleaner 2.8.0.1 daxe-NÛ

Lîsans:Bêpere
Ziman:Kurdî
Boût:954 kb
Werger:Occo Mahabad
Ev bername Sererastker û Veherînera Lênûska Qeydê ye.
Xeta û kêmasiyên Lênûska Qeydê dibîne û ji bo we vediherîne.
Taybetiyan:
-Dosyayên demî radike.
-Dosyayên nederbasdar jê dibe.
-Actif X’ên nederbasdar radike û sererast dike.
-Dosyayên ku çewt hatine sazkirin dibîne û sererast dike.
Dosyayên alîkariyê yên nederbasdar paqij dike.
-Bernameyên destpêkê ku çewt hatine sazkirin vediherîne.
-Qeydên bêkêr dibîne û sererast dike.
-Pergala kompîtura we xurt û lezgîntir dike.
Bernameyê daxin û zimanê Kurdish hilbijêrin.
Lînkên Fermî:
Nivîskar: baran
Dîrok: 5 Mayıs 2012 / 19:45
![]()
TEKNOLOJIYA NÛ: ANDROID
Android ji bo telefonên destan pergala xebatê ye. Android bi temamî bi kodên vekirî û li ser bingeha pergala LINUX’ê hatiye sazkirin û pêşxistin.Ji ber ku LINUX pergaleke bêpere ye û mafê telîfê naxwaze, ev bêperebûn û belaşî bala şirketan kişandiye. Androida ewil bi zimanê JAVA’yê tê nivîsandin û kontrolkirin.
Ev pergala xebatê ji aliyê şirketa Google û Handset Allience ve ji bo PDA û telefonên destan (cêb) hatiye çêkirin û amadekirin.Google di sala 2005’an de şirketa Android Inc.’ê dikire û şirketeke nû ya bi navê PALTO ALTO’yê saz dike.GOOGLE ji bo pêşxistina pergala ANDROID’ê bi bernamenûsên wekî Andy Rubin (Damezrînerê şirketa DANGER e) ,Rich Miner (Damezrinerê şirketa WILDFIRE e), Nick Sears û Chris White (BERNAMENÛS) re peymaneke berfireh îmze dike û bi wan re ji bo çêkirin û pêşxistina pergala Android’ê bi salan e xebatan çêdike.
Şirketên wekî Samsung,HTC,Motorola,LG,Sony Ericsson û Huaweyî di telefonên xwe de pergala ANDROID’ê bi kar tînin.Ev teknolojî û sepana nû roj bi roj mezintir dibe.Di roja me de nêzîkî 300 cîhazan de ew sepan tê bikaranîn.
Android di nava xwe de ji 250 hezarî zêdetir sepanên kêrhatî û cuda dihewîne.Ji bo daxistina sepanên Androidî divê hûn marketa Androidê bi kar bînin.
TAYBETIYÊN ANDROIDÊ
Hûn dikarin bi Androîd’ê kiryar û peywirên pirî (multitasking), tikandinên pirî (multitouch) pêk bînin.Taybetiya herî baş ew e ku ev PERGAL desteka FLASH’ê jî dihewîne.
Taybetiyên din jî ew in:
Xêzkirina Handsetê :.Hûn dikarin bi saya vê taybetiyê grafîkên 2D,kiryarên VGA Û OpenGL ES’yê bi kar bînin.
Depokirin:Ev taybetî bi bikaranîna kiryara SQLite’ê agahiyan berhev dike û bi kar tîne.
Peyamşandin:Em bi saya vê taybetiyê hem SMS û hem jî MMS dişînin.
Gerokên WEB’ê:Gerokên Android’ê li ser bingeha WebKit application framework’ê û bi kodên vekirî hatine sazkirin.Telefonan bi saya vê taybetiyê bi gerokekê girêdayî înternetê dibin.
Desteka Medyayê:Androidan formatên deng û vîdeoyan destek dikin.Formatên sereke yên destekkirî ew in:MPEG-4, MP4, H.264, MP3, AAC, AMR, JPEG, PNG, GIF…
Hûn vîdeo,muzîk û wêneyên xwe bi saya vê taybetiyê bi kar tînin.
ÇEND GUHERTO (VERSIYONÊN) ANDROID’AN…
Guhertoyên ku heta niha derketine piyaseyê bi dîroka weşanê û platformên xebatê ve li jêr hatine rêzkirin…
GUHERTO
Guherto Nav Dîroka Weşanê Platforma Xebatê
1.1 First 9 Sibat 2009 Telefonên Destan
1.5 Cupcake 30 Avrêl 2009 Telefonên Destan
1.6 Donut 15 Îlon 2009 Telefonên Destan
2.0/2.1 Eclair 26 Cotmeh 2009 Telefonên Destan
2.2 Froyo 20 Gulan 2010 Telefonên Destan
2.3 GingerBread 6 Berfanbar 2010 Telefonên Destan
3.0/3.1/3.2 Honeycomb Sibat 2011 Telefonên Destan
4.0 İcre Cream Sandwich Avrêl 2011 Telefonên Destan û Kompîturên Tablet
Em dibînin ku ev teknolojiya nû pir zû pêş dikeve û mezin dibe.Divê em Kurd jî ji niha ve pergala Android’ê nas bikin û pê mijûl bibin.Ya baştir ew e ku pergal û sepanên Android’ê bi kodên vekirî û li ser bingeha LINUX’ê ye.Yanî herkes dikare sepaneke Androîdî çêke an jî pergala Android’ê li gorî ziman û armanca xwe biguherîne,çêke û pêş bixe.Kurdno pergala Android’ê li benda we ye….
E-Peyam: occomahabad@hotmail.com
Malper: http://www.bernamegeh.net/
http://occomahabad.wordpress.com/
http://occomahabad.blogspot.com
HÛN DIKARIN NIVÎSÊ BI FORMATA PDF LI JÊR DAXIN
Li ser nivîsa DAXE bitikînin û nivîsê daxin..
Nivîskar: Cuneytewrares
Dîrok: 5 Mayıs 2012 / 1:22
Bi Ubuntu Desktop v12.04 LTS Kompîtura xwe bi Temamî bike Kurdî
Riyên din ji bo sazkirina Ubuntu >
Nivîskar: Cuneytewrares
Dîrok: 29 Nisan 2012 / 23:36
Nivîskar: baran
Dîrok: 22 Nisan 2012 / 17:43
Notpad2 4.1.24 daxe-NÛ

Notpad2 v.4.1.24
Lîsans:Bêpere
Ziman:Kurdî
Boût:235 kb
Werger: Occo Mahabad
Notpad 2 edîtora nivîsê ye.Ev bername bi kodên vekirî hatiye
amedekirin.Weke Notpada Windowsê ye lê ji wê pêşketîtir e.
Ji bo sererastkirina hevoksaziya zimanên programkirinê jî tê
bikaranîn.Mînak hûn dikarin pê zimanên bernameyan bibînin
û biguherînin.
Bernameyê daxin û bi kar bînin.